Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Parastina Rûsyayê, sîstemên wan ên parastina asmanî di nav şevê de karîbûn 456 dronên artêşa Ûkraynayê tespît bikin û bînin xwarê.
Ev dron li ser asmanê herêmên wekî Bryansk, Kursk, Kaluga, Tula, Belgorod, Oryol, Voronezh, Rostov, Penza, Ulyanovsk, Saratov, Orenburg, Samara, herêma Moskowê, Krasnodar, her weha li ser komarên Tataristan û Kirimê hatine îmhakirin.
Wezaretê destnîşan kir ku Ûkrayna rojane bi dron û mûşekan herêmên niştecihbûnê, binesaziyên sivîl û dezgehên pîşesaziyê yên li kûrahiya axa Rûsyayê dike armanc.
Di beramberî vê yekê de, hêzên Rûsyayê jî ragihandin ku ew bi çekên giran û sîstemên hesas tenê navendên leşkerî û kargehên parastinê yên Ûkraynayê hedef digirin.