Li gorî medyaya Kolombiyayê, Abelardo de la Espriella di gera duyem a hilbijartinan de ji sedî bi 59.7 dengan bi ser ket û bû serokkomarê nû yê welêt.
Vê encamê dawî li desthilatdariya çepgir a Gustavo Petro anî.
Espriella di pêngava hilbijartina xwe de soz da ku şerekî tund li dijî kartelên narkotîkê û komên çekdar bike.
Di heman demê de, Trump serketina wî pîroz kir û Washingtonê amadebûna hevkariyê ragihand.
Lê li bajarên mezin ên Kolombiyayê, xwepêşandan li dijî encaman dest pê kirin û dijberê wî Iván Cepeda jî ragihand ku ew ê li ser hin encaman nerazîbûnê nîşan bide.
Espriella soz da ku girtîgehên mezin ava bike û operasyonên ewlehiyê bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê berfireh bike.
Çavdêr dibêjin ku ev serkeftin nîşana xurtbûna pêla rastgiriyê ya li Amerîkaya Latîn e.