Pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûkê hîn jî berdewam dike

Pirsgirêka cotkarên Kurd li Kerkûkê berdewam e, ji ber ku hikûmet destûrê nade ku bêyî razîbûna fermî genimê xwe bibin nav bajêr û bazirganiyê pê bikin. Cotkarek diyar dike ku ev reftarên tund, tenê li herêmên Kurdî tên sepandin û li navçeyên din rewşeke bi vî rengî tune ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Pirsgirêk û astengiyên li pêşberî cotkarên Kurd li Kerkûkê berdewam dikin û her carê bi rêbazên cuda rê li ber wan tê girtin.

Di van demên dawî de, xalên kontrolê (bazgeh) nahêlin cotkarên Kurd berhemên xwe bibin bazaran û bifroşin ku ev yek bûye sedema nerazîbûna cotkaran .

Bêyî erêkirina hikûmetê destûr nayê dan ku cotkar genim bibin bajêr

Li gundewarê Kerkûkê, Rêveberiya Çandiniyê ya Navçeya Şiwanê rojane destûra fermî dide derbaskirina nêzîkî 100 otomobîlên barhilgir di xalên kontrolê (bazgehan) re.

Rêveberê Şaxê Çandiniyê yê Navçeya Şiwanê diyar dike ku ew li ser navê cotkar û navgîna wî ya ku berhemên çandiniyê vedeguhêze, nivîsarên fermî amade dikin.

Der barê pirsgirêka cotkaran de, endamekî Komîteya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamentoya Îraqê daxuyand ku wan bi Fermandariya Operasyonên Kerkûkê re hevahengî kiriye.

Armanc jê ew e ku li xalên kontrolê (bazgehan) hêsankarî ji cotkaran re bê kirin, da ku karibin berhemên xwe derbas bikin.

''Ev biryar tenê li herêmên Kurdî tê sepandin''

Gilî û gazincên gudî û cotkaran ew e ku dibêjin hêzên ewlekariyê ku li ser xalên kontrolê disekinin tenê li hember Kurdan mameleya cûdakar pêşdixînin, li hember ereban ne wisa ne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye