Ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û rêjîma Îranê de, bandorek mezin li ser aboriya Başûrê Kurdistanê çêbûye.
Li aliyekî Tengava Hurmuz hatiye girtin û sînorê di navbera Herêm û Îranê de jî girtî ye.
Derbarê metirsiyên aborî û tedbîrên bi lez pisporê aboriyê Umêd Qeredaxî axivî.
"Girtina Tengava Hurmuz bihayan bilind dike"
Umêd Qeredaxî da zanîn ku girtina Tengava Hurmuz ku ji sedî 20’ê veguhestina petrola cîhanê tê re derbaz dibe, dibe sedema bihabûna petrol û gazê û wiha got:
"Welatên Kendavê hinardekirina neftê sekinandine, ev jî cîhanê ber bi bihabûnek mezin ve dibe.
Girtina Tengava Hurmuz xerca veguhestinê bilind dike û bandorê li ser nirxê kel û pelên xizmetguzariyê jî dike."
"Îraq pişta xwe bi dahata neftê ve girê daye"
Qeredaxî diyar kir ku bandorên neyinî yên şer li ser Başûrê Kurdistan û Îraqê gelekin û wiha pêde çû:
"Ji ber ku em welatek hawirdekarin û pêwîstiyên me ji derve tên, ev jî dibe sedema bihabûnê.
Ji ber ku Îraq pişta xwe bi dahata neftê ve girêdaye, ev jî serkêşiya qeyranê dike."
Umêd Qeredaxî got ku eger Tengava Hurmuz girtî bimîne, wê Îraq nikaribe neftê bifiroşe, lewma neçare ji bo hinardekirina petrola xwe peymanan îmze bike.
Umêd Qeredaxî teqez kir ku di vê rewşê de hunera rêvebirina qeyranê gelek girînge û wisa bidawîkir:
"Ji bo tedbîrên bilez divê hikumeta Başûrê Kurdistanê pişta xwe bide berhemên navxweyî.
Her wiha baca li ser şirketan ji bo demek diyar rake û planên baş çêbike."