Fermandarê Hêzên Asayişê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) li ser hesabê xwe yê X`ê peyamek parve kir.
Di peyamê de diyar kir ku di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê çileyê de, Fermandariya Hêzên Asayişê, gihişt bajarê Efrînê da ku qonaxa yekemîn a vegera koçberan li herêmê temam bike.
Mehmûd Xelîl destnîşan kir ku, malbatên koçber bi silametî gihiştin cihê xwe û ewlehiya herêmên Cindirêsê, Şiyê û hejmarek gund û navçeyên girêdayî wan jî hatiye misogerkirin.
Xelîl anî ziman ku hewldanên temamkirina aliyê mirovî yê girêdayî dosyaya dîlgirtî û windahiyan jî dewam dikin.
Fermandarê Hêzên Asayişê Mehmûd Xelîl got ku biryar e îro di seatên şevê de, koma nû ya dîlgirtiyan bighêje bajarê Hesekê.
Her wiha destnîşan kir ku aliyên têkildar, dê ji Efrînê biçin Hesekê da ku çavdêriyê li pêşwazîkirina koma nû ya dîlgirtiyan bike.
Mehmûd Xelîl diyar kir ku xebatên pêkanîna bendên peymanê, çareserkirina dosyayên asêmayî, di serî de dosyaya dîlgirtî û vegera koçberan, her wiha misogerkirina vegerandina mafan li xwediyên wan, di asta bilind de dewam dikin.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymanê de, serê sibeha îro koma yekemîn a koçberên Efrînê ku ji 400 malbatî pêk dihat, gihişt Efrînê.