Di 18'yê Adarê de bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê "Projeya Yekîtiya Netewî" hat destpêkirin.
Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)`ê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji bo yekrêziya gelê Kurd piştgiriyê didin vê projeyê:
"Ev insiyatîf di kêliyeke dîrokî û hesas de hatiye ragihandin ku herêma me bi guhertinên dîrokî re rû bi rû ye.
Ji ber vê yekê, em vê hewldanê wekî têkoşîneke aqilmend ji bo yekkirina enerjî û şiyanên parçebûyî yên Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê dibînin û wê wekî gaveke stratejîk a girîng dibînin."
"Nebûna yekîtiyê ji bo Kurdistanê dikare bibe gefa herî mezin"
PJAK’ê bal kişand ser parçebûna gelê Kurd ku derfeteke mezin daye siyaset û komployên dijminan li dijî kurdan bên pêkanîn û wiha domand:
"Nebûna yekîtiyê ji bo Kurdistanê dikare bibe gefa herî mezin.
Yekîtîya gelê me di şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo ya sala 1999’an de mînakeke zindî ya îradeya netewî bû ku hemû sînor derbas kirin.
Her wiha, li hember êrîşên DAIŞ’ê, yekîtiya hêzên me bûye mertaleke pola ji bo parastina axa Kurdistanê.
Di ezmûna dawî de jî helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîş û gefan de, bi dirûşmeya “Yek e Yek e Yek e, Gelê Kurd Yek e”, hêza yekgirtî ya netewa me nîşanî cîhanê da."
"Dê ev lihevkirin bibe bingehek ji bo lidarxisitna konferanseke netewî"
PJAK’ê herî dawî amadebûna xwe ji bo serkeftina vê projeyê radigihand û got:
"Em bawer dikin ku ev lihevkirin divê bibe bingehek ji bo lidarxisitna konferansek netewî.
Konferansek ku tê de, bernameyeke neteweyî çêbike ku dê berjewendiyên bilind ên gelê me biparêze."