Zanîngeha Kobanê bi Zanîngehekî Polonyayê re peyman îmze kir

Zanîngeha Kobanê û Zanîngeheke Polonyayê, peymaneke hevkarî û hevrêziya akademîk mihûr kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê peymanek hevkarî û hevrêziya akademîk bi Zanîngeha Maria Curie-Skłodowska li Lûblîn, Polonya re mihûr kir.

Armanca vê yekê xurtkirina hevkariya zanistî, lêkolînî û danûstandina pisporiya akademîk di navbera her du zanîngehan de ye.

Di nav şandeya Zanîngeha Kobanê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Mamoste Şervan Mislim û Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî Dr. Eşref Mehmûd hebûn.

Ev peyman ji bo pêşxistina hevkariyê di warên lêkolînên zanistî, danûstandina akademîk û pêkanîna proje û çalakiyên hevbeş de hat mihûrkirin.

Zanîngeha Maria Curie-Skłodowska yek ji çar zanîngehên dewleta Polonya yên herî mezin in, ku nêzîkî 70 hezar xwendekar lê dixwînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye