Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, di roja 743’yan de bi koma 145’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarîya gelek kesan pêk hat.
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk çareserî ji bo her kesî ye
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Huseyîn Gûzereşî li ser navê koma 144’an axivî.
Huseyîn Gûzereşî bang li her kesî kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ baş bixwînin û pêk bînin.