Rêveberiya Xweser koçberên Îraqî vedigerîne warên wan

Rêveberiya xweser bi hevkariya dewleta Îraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî xebatên vegerandina Koçberên Îraqî didomîne. Rêveberiya Kampa Holê ragihand ji Kampa Roj a li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê 15 malbat û ji Kampa Holê jî 233 malbatên Îraqî ji kampê hatin derxistin û ber bi Iraqê ve hatin şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di çerçoveya xebatên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û Komîteya Ewlekariya Penabaran a Parlamentoya Îraqê de ji bo vegerandina koçberên Kampa Roj û Holê xebat didomin.

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê 15 malbatên ku ji 67 kesan pêk tên, ji kampê derxist û ji bo Îraqê rêkirin.

Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariya Penabaran ya Parlamentoya Iraqê de xebatên vegerandina koçberan tê meşandin.

Di 11'ê Sibata 2025'an de 44 malbatên Îraqî wek koma destpêkê  hatibûn şandin û duh jî 15 malbatên din ji bo Îraqê hatine şandin.

 

Li kampa Roj 861 malbat Daiş'î hene

 

Kampa Roj di 24´ê Hezîrana 2015´an de li bajarê Dêrikê hat avakirin.

Di kampê de hejmarek zêde a malbatên çeteyên DAIŞ´ê  ji welatên Ewropayê ne.

Her wiha li kêleka wan li vê kompê malbatên Îraqî û sûriyeyî jî hene.

Bi giştî li Kampa Roj 861 malbat hene û hêjmara wan 2 hezar û 664 kes in.

 

233 malbatên Daiş'î ji kampa Roj hatin derxistin

 

Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê Penabaran a Parlamentoya Iraqê duh, komeke din a malbatên Îraqî yên li kampa Holê derxistin û vegerandin warên wan.

Ji destpêka salê heya niha 11 kom ji kampê hatine derxistin.

Koma 11'yan ji 233 malbatî, ji 812 kesan pêk tê.

Bi giştî heya niha 28 komên malbatên Îraqî ji kampa Holê hatine derxistin û ji bo welatên wan hatine şandin.

Li kampa Holê hezar û 385 malbatên çeteyên DAIŞˊê hene û ji wan13 hezar Îraqî, 15 hezar Sûriyeyî ne.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24