Her netewek li Cîhanê bi çanda xwe tê naskirin.
Di nava têgîna çand de mirov ji bilî dîrok û kevneşopiyê cil û bergên wî netewî dibîne.
Gelê Kurd di dîrokê de yek ji kevintirîn gelê Cîhanê ye.
Cil û bergên Kurdî di seranserî dîrokê de xwe parast, ku ta roja îro dema mirov dayîkeke bi kefî, kiras û xiftan dibîne yekser nas dike ku ew dayîk Kurd e.
Îro 10’ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî ye.
Roja Cil û Bergên Kurdî yek ji rojên çandî yên girîng e ku armanca wê parastin û zindîkirina nasnameya çandî ya gelê Kurd e.
Di vê rojê de Kurd li gelek deverên Kurdistanê cil û bergên kevneşopî li xwe dikin da ku çanda xwe nîşan bidin.
Taybet di salên dawî de li dibistan, zanîngeh û li kolanan bi awayekî berfireh Kurd vê rojê pîroz dikin.
Roja cil û bergên Kurdî di destpêka salên 2010`an de dest pê kir
Ev roj di 2010`an li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya mamoste, xwendekar û karmendan di 10'ê Adarê de destpêkir. Destpêkê wek çalakiyek xwedî derketinê bû lê bi demê re bû rojek xwedî derketina çanda Kurdî.
Her herêmek li Kurdistanê bi cureyeke cuda ji cil û bergan tê naskirin
Cil û bergên Kurdî pir rengîn in û wateya wê dewlemend e.
Di gelek çîrok û destanan de jî cihê xwe girtine.
Klamên ku heya roja me ya îro heyina xwe domandinê de bi hostahiyeke mezin hatine taswîrkirin.
Li her herêmeke Kurdistanê, cil û bergên Kurdî li gor herêmê bi cure û şêweyên cuda tên naskirin.
Cilên jinên Kurd pirreng û xweşik in
Cilê jinên kurd pirreng û xweşik in û ji gelek cure û qumaşan pêk tê. Hinek ji wan ev in:
Xiftan: Bi gelemperî ji qumaşên dirêj û rengîn tê çêkirin.
Kiras: Cilê ku di bin fistan de ye ku pir caran ji qumaşê nazik tê çêkirin.
Şal: Li newqê/ qemrê tê girêdan.
Kofi / Kulav : Li ser serê jinan tê kirin û pir caran bi zêr û zîv tê xemilandin.
Cil û bergên Kurdî yên mêran jî pir rengîn û watedar in
Cil û bergên Kurdî yên mêran jî pir rengîn in.
Ji Şal û Şapik pêk tê
Şapik: Li ser serî tê dayin.
Şal: Weke pantelonê fireh tê nasîn
Ev cil li gelek herêmên Kurdistanê tê bikaranîn.
Piştvan (veste) jî heye ku li ser cilan tê li xwe kirin.
Pûşî / Jamadan: Li ser serê mêran tê girêdan.
Li her beşeke Kurdistanê cilên Kurdî yên taybet û cuda hene
Cilên Kurdî, li her beşeke Kurdistanê cudabûna xwe heye.
Li Başûrê Kurdistanê, cilên Kurdî yên jinan fistanên dirêj in û yên mêran şal û şapik ji qumaşên giran pêk tên.
Li Rojavayê Kurdistanê jî, cilên jinan hêsan û rengîn in û yên mêran jî pir caran bi motifên hunerî tê naskirin.
Her wiha Bakurê Kurdistanê jî, cilên jina şal û şapik in û yên mêran bi kulav û poşî tê naskirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi cilên bi zêr û xemilandin tê naskirin.
Roja Cil û Bergên Kurdî, rojeke girîng e ku parastina çand û nasnameya Kurdî armanc dike.
Bi pîrozkirina vê rojê, Kurd dixwazin çanda xwe biparêzin û ji bo nifşên pêşerojê biparêzin.