Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn di derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan li Îmralî bi bangekî taybet li Îmralî ragihandibû de ji rojnameya Sabahê re axivî.
Ahmet Turk diyar kir ku “Divê ev proje ne tenê wekî danîna çekan bê dîtin” û wiha dewam kir: "Ev projeyeke mezin e ku dê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke."
Turk anî ziman ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurdan çareser kiribe dê tevkariyeke mezin bide demokratîkbûna Rojhilata Navîn û got: "Divê mirov li pêvajoya çareseriyê wekî wêneyekî mezin binêre. Fikra we çi be bila be, divê mirov tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike."
FETO di xirakirina pêvajo de xwedî rol bû
Ahmet Turk li ser sedemên têkçûna pêvajoya çareseriyê ya berê jî rawestiya û got: "Ez di wê baweriyê de me ku bandora FETO di serneketina pêvajoya çareseriyê ya berê de hebû. Cemaeta Gulen wê demê ketibû nav gelek beşên dewletê. Di Doza KCK’ê de ev yek bi awayekî eşkere derket holê. Derket holê ku piraniya dadwer û dozgerên ku li dozan dinêrîn ji komên Cemaeta Gulen bûn."
Turk da zanîn ku wê demê hikûmet jî ne amade bû lê pêvajoya niha ne wekî ya berê ye û cuda bi pêş ve diçe û got: “Di hevdîtina xwe ya ewil a bi Ocalan re jî me dît ku ew çi qas bi dilsozî aştiyê dixwaze."
Dema em çûn merasîma çek şewitandinê Bahçelî li me geriye
Ahmet Turk da zanîn ku helwesta Devlet Bahçelî ya li hemberî pêvajoyê bi biryar e û got: "Ez gelek rêzê li Devlet Beg digirim. Ew kesek e ku di vê pêvajoyê de bi awayekî xurt radiweste û xwedî li pêvajoyê derdikeve. Ev helwest, hişmendiyeke dewletê ye."
Ahmet Turk bi bîr anî ku dema ew çûne Silêmaniyê, Bahçelî telefonî wan kiriye û spasiya wan kiriye.
Ahmet Turk li ser merasîma şewitandina çekan a PKK’ê jî axivî û got ku wî "demeke hestyar" jiyaye û wiha pê de çû: "Me daxwaz dikir ku çek bên danîn. Em di wê baweriyê de bûn ku divê têkoşîna çekdarî êdî cihê xwe ji siyaseta demokratîk re bihêle. Tiştê ku herî zêde ez kêfxweş û bi kelecan kirim, pêşwazîkirina bi coş a şandeyên ku diçûn bû."