Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê DFG'ê da zanîn ku meheke ku rojnameger hatin kuştin, êriş lê hatin kirin, ceza li wan hatin birîn, lêpirsînên nû hatin destpêkirin û qeyim tayînî dezgehên medyayê hatin tayînkirin li du xwe hişt û wiha got: “Daneyên ku di meha Cotmehê de derketin holê; di azadiya îfade, raman û çapemeniyê ya li Tirkiyê de weke lekeyeke reş derbasî dîrokî bûn.
Rojnameger Hakan Tosûn dema diçû gel malbata xwe ya li navçeya Esenyûrtê ji ber di rê de êrîş lê hat kirin xwîn çû ser mejiyê wî û di 14'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.
Rojnamegerek di nava kolanê de hate qetilkirin lê rayedarên dewletê ti daxuyanî nedan û ji bo cînayet neyê ronîkirin ketin nava hewldanê. Ev yek nayê qebûlkirin. Cînayeta Tosûn hej jî nehatiye ronîkirin û fikarên raya giştî ji holê nehatin rakirin. pirsîna pirsa ‘Çi bi serê Hakan Tosûn hat?’ bidomînin.
Di meha Cotmehê de êrişên li dijî rojnamegeran bi tenê Hakan Tosûn bisînor neman. Di meha Cotmehê de êrişî 5 rojnamegeran hate kirin. Mûameleya nebaş li 7 rojnamegeran hate kirin û şopandina nûçeyan a 15 rojnamegeran hate astengkirin.”
DFGê destnîşan kir ku desthilata AKPê polîtîkayên xwe yên qeyim veguherandine rejîmê û wiha domand: “Piştî ku rojnameger Merdan Yanardag di meha Cotmehê de bi ‘Operasyona Sîxurtiyê’ hate binçavkirin, qeyim tayînî TELE1'ê hate kirin. Di dema weşanê de qeyim tayînî TELE1'ê hate kirin û hesaba wê ya Youtubeyê hate girtin. Ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê lekeyeke reş e. Piştî vê yekê gelek kedkarên TELE1'ê yên ku qeyim qebûl nekirin îstîfa kirin.”
DFG'ê bi lêv kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê jî sansur bû û ev agahî parve kirin: “Parvekirinên nûçe û nivîsên medyaya dîjîtal yên der barê mirina Rojîn Kabaîş de ku bûye wîjdanê civakî hatin astengkirin. 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Wanê 86 hesabên ku têkildarî Rojîn Kabaîşê de nûçe û nivîs parve kirin girtin û naveroka 540 nûçeyên di medyaya dîjîtal de asteng kir. Her wiha dozgeriyê; derbarê Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger a îdiayên têkildarî Rojîn Kabaîşê de kirin nûçe û edîtora JINNEWS'ê Dîlan Babat a nûçeya têkildar parve kir lêpirsîn da destpêkirin.
Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurd ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vekişîna hemû hêzên xwe yên li Tirkiyê kirine.
Ev banga dîrokî bi taybetî di çapemeniya Kurdistanê û Tirkiyê de di çapemeniya cîhanê de cihekî girîng girt. JINNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in, ji ber ku ev kêliyên dîrokî bi xwînerên xwe re parve kirin, rastî sansurê hatin. Hesaba Instagramê ya fermî ya Ajansa Mezopotamyayê û hesaba Tîktokê ya JINNEWS'ê hatin girtin. Her wiha naverokên li ser hesabên Instagramê yên JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê, hesabê Tîktokê ya Ajansa Welat û hesabê YouTube ya JINNEWS’ê hatin parvekirin jî bi hinceta ‘qeydên komê binpê kiriye’ hatin jêbirin.”
DFG'ê diyar kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê ew e ku hem fatûreya krîza aboriyê hem jî ya feraseta qeyim ji rojnamegeran re hate birîn û got: “Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê diyar kir ku piştî Fona Sîgorteyê ya Mewdueta Teserûfê (TMSF) Flash Haber Tv, Ekoturk Tv, Haberturk Tv, Show Tv, HT Spor, Bloomber HT di nav de dest danî ser saziyên medyayê û qeyim tayînî wan hate kirin 150 xebatkarên Flash Tv'yê ji kar hatin derxistin. Xebatkarên TELE1'ê jî ji bo qeyim şermezar bikin bi komî îstîfa kirin. Di meha Cotmehê de 156 karker ji kar hatin derxistin.”
DFG'ê di berdewama rapora xwe de ev dane parve kirin: “Daneyên din ên girîng ên meha Cotmehê ev in; 8 rojnameger hatin binçavkirin û 2 rojnameger jî hatin girtin. Rojnameger Fûrkan Karabay di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 28 rojnameger hêj jî dîl girtîne. Di meha Cotmehê de ji ber nûçeyên ku Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger a derbarê wê de du lêpirsîn hatin destpêkirin çêkirine, 3 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hatin birîn. Li 10 rojnamegeran 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê hepsê û 78 hezar û 722 lîre cezayê pereyan hate birîn. Derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 2 rojnamegeran veguherî dozê.
Di meha Cotmehê de danişîna gelek rojnamegeran hate lidarxistin. 22'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Enqereyê (Dadgeha Îstînafê) 6 sal û 3 meh cezayê hepsê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger, Şefê Buroya MAyê ya Enqereyê Selman Guzelyuz, nûçegihanên MAyê Emrûllah Acar û Zemo Aggoz Yîgîtsoy û rojnameger Hakan Yalçin û Denîz Nazlim hatibû birîbûn erê kir. Zimanê nûçeyan û zimanê rêxistinê ji hev digire weke hincet hate nîşandan. Qebûlkirina vê yekê li dijî hiqûqê ye û nirxandineke subjektîf e. Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin, em ê têkoşîna hiqûqî ya hempîşeyên xwe veguhêzin dadgeha jortir.”
DFG'ê di dawiya raporê de bal kişand ku li Tirkiyeyê êrîşên li ser çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û got: “Tabloya heyî her ku diçe tarî dibe. Em serî li hemberî van hemû zextan natewînin û nivîsandina heqîqetê didomînin. Em ne qetilkirina rojnamegeran ne sansurê ne jî qeyim qebûl nakin. Tevî sansur, ceza û qeyiman, em ê di rojnamegeriya aştiyê de israr bikin ku xwe dispêre wijdana civakê ku dibêje ‘Çi bi serê Hakan Tosun hat’ , ‘Divê mirina Rojîn Kabaîşê bê zelalkirin’ û ‘Divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.”