'Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye'

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan diyar kir ku weke tevger ew bi gelê Rojhilat re ne û divê Kurdên li Îranê azadiya xwe di nava demokrasiyê de bibînin û tifaqa xwe ya demokratîk ava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dûran Kalkan girêdayî rewşa şerê li Îranê û pêvajoya ku li Tirkiyê berdewam dike de nirxandinan kir. Kalkan di derbarê van geşedanên dawî de duh êvarê tevlî bernameyekî taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

 

Kalkan bal kişand li ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya li ser pêvajoyê û wiha got:

 

" Rewşa li Rojhilata Navîn li holê ye. Mînak li Tirkiyê hin rewş hene, lê belê li gorî atmosfera Rojhilata Navîn aram e, di rewşeke ewle de ye. Bi saya çi?

 

Bi saya pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin. Wê demê divê her kes bi vê zanibe.

 

Ewlekariya Tirkiyê bi gef û çekan nabe. Bi çi dibe? Bi aştî, demokrasî û azadiyê dibe."

 

 

'Divê mafê hêviyê bêyî nîqaşkirinê were bicihanîn'

 

 

Duran Kalkan di nirxandinên xwe de bal kişand li ser şert û mercên jiyana Îmraliyê ya Abdullah Ocalan û daxwaz kir ku tavilê hin sererastkirin werin çêkirin û axaftina xwe wiha domand:

 

"Mafê hêviyê dibe yan nabe? Ev dibe yan nabe. Belê, tê nîqaşkirin. Nîqaşkirin baş e, lê belê divê êdî mirov ji nîqaşê wêdetir biçin.

 

Rêber Apo got, di nava van şert û mercan de ji vê wêdetir nikarim tiştekî bikim. Eger hîn bêhtir kar ji min tê xwestin, divê mercên min bêne guhertin.

 

Derfet bêne zêdekirin. Ragihandin pêk were. Karibim bixebitim. Ji bo xwe tiştekî naxwazim. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê, aştî û demokratîkbûnê divê pêşî li karkirina min bê vekirin. "

 

 

Şerê Îranê şerekî ku 36 sal in dewam dike

 

 

Kalkan girêdayî şerê li Îranê jî nirxandin kir û anî ziman ku ev şer 36 sal berê dest pê kiriye û berdewamî wiha got:

 

"Em ji destpêkê ve li ber vî şerî rabûn. Em li dij in. Weke tevger li dij in, weke gel li ber radibin.

 

Rêber Apo beriya vî şerî hişyarî da, got wê bibe şerê herêmê, metirsî heye, bila ev bibe, yan jî ev nebe. Ya rast 35 sal in, 36 sal in hişyar dike.

 

Nirxandinan dike, analîzên herî berfireh kir. Ev gelekî zelal û rewşeke şênber e. Ev şer bi kêrî gelên Rojhilata Navîn nayê."

 

Duran Kalkan herî dawî diyar kir ew wekî tevger li gel Rojhilatê Kurdistanê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

 

"Di vir de têkildarî Kurdan, têkildarî helwesta Kurdan, bêguman eger êriş li hemberî gelê Kurd bê kirin, weke tevger em her tim bi gelê xwe yê Rojhilat re ne. Divê gelê me ji vê bawer bike."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye