Amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê ku tê plankirin li 53 navendên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê werin lidarxistin, didomin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, der barê Cejna Newrozê de ku dê bi dirûşmeyên "Newroz a Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" were pîrozkirin, nirxandin kir.
Newroz Ûysal Aslanê diyar kir ku daxwaza sereke ya di Newrozê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha axivî:
"Newroz ne tenê destanek, rojek berxwedanê û cejnek ji bo gelê Kurd e, di heman demê de rojek e ku peyamên siyasî yên pir girîng têne dayîn.
Her wiha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzî Newrozê dibin lewra Newroz dê bibe qadeke ku daxwazên xurttir ên der barê gavên ku divê hikûmet di vê pêvajoyê de bavêje de werin nîşandan."
Divê gavên qanûnî bên avêtin
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku daxwazên sereke yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku sermuzakerevanê pêvajoyê ye, şert û mercên wî û azadiya wî ya fizîkî ne û ev daxwaz dê li qadê dubare bibin.
Newroz Uysal wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Bi balkişandina ser gavên ku Tevgera Azadiya Kurd di çarçoveya pêvajoyê de avêtine, ji bo derbasbûna 'qonaxa duyemîn' a ku Abdullah Ocalan nîşan daye, divê gavên qanûnî werin avêtin.
Em ê bi daxwaza azadiya birêz Ocalan, valakirina girtîgehan û rakirina astengiyên qanûnî yên ku dibe ku di warê demokratîk de, ji biryarên qeyûman bigire heya azadiya ramanê, derkevin kolanan."