"Pêvajoya yekbûna Pêşmergeyan bi awayekî pêwîst bi rê ve naçe"

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêvajoya yekbûna Pêşmergeyan, bi awayekî pêwîst bi rê ve naçe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Merasîma derçûnê ya Kolêja Leşkerî ya Zaxoyê hat lidarxistin.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasîma derçûnê bû û pîrozbahî li derçûyan kir.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser rola Pêşmergeyan û wiha got:

"Pêşmergetî erkekî pîroz e. Heta ku Kurd hebin, Pêşmerge wê bibe sembola parastinê."

Nêçîrvan Barzanî li ser yekbûna hêzên Pêşmergeyan jî hişyarî da.

"Em piştgiriyê didin kabîneya birêz Elî Zeydî"

Barzanî diyar kir ku pêvajoya yekbûna Pêşmergeyan wekî ku pêwîst e berdewam nake.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser avakirina hikûmeta Îraqê û kabîneya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û ev peyam da:

"Em piştgiriyê didin kabîneya Birêz Elî Zeydî."

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê anî ziman ku divê pirsgirêkên li ser bingeha destûrê bên çareserkirin û wiha pê de çû:

"Divê di hikûmeta nû ya Îraqê de, hemû mafên Herêma Başûrê Kurdistanê werin misogerkirin."

"Divê Îraq çekan bide Pêşmergeyan"

Nêçîrvan Barzanî dest nîşan kir ku Pêşmerge parêzvanên welêt in û metirsiyê li ser Îraqê çênakin û ev bang li Hikûmeta Îraqê kir :

"Pêwîst e ku Îraq erkên xwe yên qanûnî û destûrî yên li hemberî Pêşmergeyan bi cih bîne."

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest ku hikûmeta navendî ya Îraqê çek û cebilxaneyan ji bo Pêşmergeyan dabîn bike.

"Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de nîşan daye ku ew parêzvanên rasteqîn ên welêt in."

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ji ber ku Pêşmergeyên girêdayê bi YNKê û PDKê nabin yek, Amerîkayê gefa rawestandina alîkariyê li aliyan xwar.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye