DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îtîraza desthilatê ya di 8`ê cotmehê de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re kiribû hatiye redkirin û bi vî awayî îro biryara binpêkirina derbarê Demîrtaş de teqez bûye.
Demîrtaş:Divê pirsgirêk bi perspektîfa aqilmendiya hevpar werin çareserkirin
Selahattîn Demîrtaş piştî ku biryar hate dayîn daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya X`ê weşand û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku qanûna biratiyê ji her tiştî girîngtir e û wiha lê zêde kir:
"Divê pirsgirêk ne bi perspektîfa serkeftin an têkçûnê, kîn an tolhildanê, lê bi perspektîfa aqilmendiya hevpar ji bo pêşeroja me ya hevpar werin çareserkirin."
DEM Partî:Biryara derbarê demîrtaş de bi dawî bû
Têkildarî mijarê Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê jî daxuyaniyek da.
DEM Partiyê diyarkir ku girtina neheq a Demîrtaş ji doza Kobanî, DMME`yê hemû neheqiyên xwe di darizandinê de destnîşan kiriye û got:
Girtina Selahattîn Demîrtaş ji ber sedemên siyasî berdewam dike. Îtîraza hikûmetê di civîna îro ya DMME`yê de hat redkirin. Bi vî awayî, biryara derbarê Demirtaş de dawî bûye. "
Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serî li dadgehê dan
Li ser biryara DMME'yê, parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeya miwekîlê xwe serî li Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê da.
Bahçelî: Berdana Demîrtaş wê ji bo Tirkiyê bibe wesîleya xêrê
Biryara derbarê Selahedîn demirtaş de îro kete Rojeva Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî.
Bahçelî piştî civîna heftane ya koma partiya li ser pirsa Rojnamegeran a li ser biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de got:
"Birêz Demîrtaş, bi rêyên hiqûqî gihiştiye encamê. Berdana wî wê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêran."
Piştî axaftina Bahçelî Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM partiyê parêzerê Yuksekdag, Sevda Çelik Ozbingol got, "Em van daxuyaniyan wekî derengmayî lê girîng dibînin."