Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û bi taybet li ser gêşedan û pêşketinên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxadinên girîng kir.
"Êdî tîr ji kevanê derketiye û em ê vê sefera xwe temam bikin"
Bahçelî di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku hedefa Tifaqa Cumhur a sereke, biserxistina pêvajoyê ye û wiha berdewam kir:
“Ji bo me tu hukmê hebûna kesên meqseda wan şêlû, nêrîna wan ji hev belav û hewl didin hedefa me ya ‘Tirkiyeya bêteror’ sabote bikin, nîne.
Êdî tîr ji kevanê derketiye û em ê vê sefera xwe temam bikin.”
Bahçelî: MHP amade ye ku tev li şandeyeke wiha bibe
Bahçelî, îşaret bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê kir û ji bo çûna Îmraliyê lambeya kesk pê xist û got:
“Di çarçoveya nexşerêyeke li gorî vê çarçoveyê hatiye amadekirin, wê gavên hiqûqî, siyasî û demokratîk li gorî mitabeqeteke berfireh û rasteqîn bikevin meriyetê.
Divê Komîsyon biçe Îmraliyê û peyaman ji devê yekem werbigire, ev yek wê pêvajoyê xurttir bike.
Nêrîn û ramanên rêbertiya damezrîner a PKKyê yên ji bo vê qonaxa dawî bên wergirtin û nîqaşên bêencam ên ku ev çend roj in li ser mijarê tên kirin, bên bidawîkirin.
MHP amade ye ku tev li şandeyeke wiha bibe.”
"Îmraliyê soza xwe bicih anî"
Bahçelî, di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku Îmrali heta niha jî li ser soza xwe sekinî ye, li daxuyaniyên xwe xwedî derketiye û got:
"Ji bo ku em bi hêvî bin gelek sedemên me hene. Vekişîna komeke PKK’iyan a ji welatê me, daxuyaniya rêxistinê ya ji bo bi temamî vekişîna ji welatê me, nîşan dide ku di hedefa Tirkiyeye Bêteror de geşedanên pêşketî çêbûne.”
"Daxwaza avakirina firqeyeke cuda wekî gefeke"
Serokê Giştî yê MHP'ê li ser hevdîtinên di navbera hikûmeta vegûhêz ya Şamê û QSDê de jî axivî û got:
"Piştî xwe fesihkirinê, em tevlîbûna endamên rêxistinê bi çekên xwe ve ji bo nav QSD/YPG'ê û daxwaza avakirina firqeyeke cuda wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dinirxînin.
Berdewamkirina hebûna PKK'ê di bin sîwaneke din de, li dijî armancên 'Tirkiyeya Bêteror' û 'Herêma Bêteror' e."
"Di navbera me û AK Partiyê de nakokî nîne"
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de bi tundî bersiv da îdiayên "protestoya bêdeng" û "di nav Hevpeymaniya Cumhur de têkçûn çêbûye jî.
Bahçelî îdiayên ku di navbera wan û AKP'ê de nakokî hene red kir û got ku ew li ser armanca "Tirkiyeya Bêteror" hemfikir in.