Pêşmerge wê bibe artêşeke yekgirtî ku wê ji 11-lîwayî pêk were

Rêveberê Agahdarî û Hişyariyê li Wezareta Pêşmerge Osman Mihamed ragihand, ku wê Pêşmerge bibe artêşek yekgirtî ku ji 11 lîwayan pêk tê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê xebatên ji nû ve dîzaynkirina Pêşmergeyan berdewam dikin.

Rêveberê Agahdarî û Hişyariyê li Wezareta Pêşmerge Osman Mihamed, ji ragihandina Başûrê Kurdistanê re derbarê pêvajoya yekbûn û reformê ya hêzên Pêşmerge daxuyanî da.

Osman Mihamed diyar kir ku avahiya leşkerî ya kevin bi sîstemeke fermandariya herêmî ya modern hatiye guhertin û ev hûrgilî  parve kirin:

"Avahiya yekîneyên kevin ên 70 û 80 bi awayekî radîkal hatiye guhertin û veguheriye fermandariyên herêmî.

Fermandariya Herêmî ya 1emîn pêvajoya yekbûnê bi hemû beş û tugayên xwe temam kiriye.

Di Fermandariya Herêmî ya 2yemîn de, tenê hin erkên îdarî mane û em pêşbînî dikin ku ev pêvajo heta dawiya Îlonê biqede.

Di qonaxa dawî de, Herêma Kurdistanê wê bibe xwedî hêzeke leşkerî ya yekgirtî.

Ev hêz bi tevahî ji 11 beş û tugayên piyade pêk tê, ku 6 beş li Herêma 1emîn û 5 beş li Herêma 2yemîn in."

Mihamed serkeftina projeyê bi helwesta domdar a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di pênc salên borî de girêda û wiha got:

"Bi saya talîmatên rasterast ên hikûmetê û israra Serokwezîr, me di dîroka Pêşmergeyan de serdemeke nû vekir."

Her wiha Rêveberê Agahdarî û Hişyariyê da zanîn ku sîstema darayî ya hêzên Pêşmerge niha bi tevahî şefaf bûye.

Osman Mihamed rave kir ku %97ê personelên Pêşmerge niha di çarçoveya projeya "Hesabê Min" de mûçeyên xwe bi rêya bankayan werdigirin û %3ê mayî jî dê di demek nêzîk de di nav pergalê de cih bigirin.

 

Muhammed: Bexda berpirsiyariyên xwe yên destûrî û yasayî bicîh nayne

 

Osman Mihamed rexne li nêzîkatiya hikûmeta Îraqê ya li hember Pêşmerge kir û tekez kir ku Bexda berpirsiyariyên xwe yên destûrî û yasayî bicîh nayne.

Mihamed wiha bidawî kir:

"Hikûmeta Îraqê di derbarê budçe û çekên Pêşmerge de xemsar e.

Heta niha, ji Wezareta Parastinê ya Îraqê ti piştgiriya budçe an lojîstîkî li ser navê Pêşmerge nehatiye wergirtin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye