Şêniyên Efrînê û Şehbayê dan xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirna axa Efrînê û Şehbayê êrîşî wan kiriye.
Şêniyên Efrînê û Şehbayê xwestin ku dagirker ji herêma wan were derxistin û ew jî bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.
Her wiha şêniyan piştrast kirin ku ew bi ziman, nesname û axa xwe ve hatine girêdan û gotin: “Em bi gotinên fermandar Mazlûm Ebdî bawer in û rojekê wê were û em ê vegerin warê xwe."
Koçberên her du herêman hêvî kirin ku vegera wan di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser de be da ku ewlehiya şêniyan were parastin.
Koçberên Efrînê û Şehbayê tekez kirin ku heya dewleta Tirk û komên girêdayê wan dernekevin, ew venagerin.