Di dîmenan de, diyar dibe ku çawa komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve mal û milkên Kurdan ên li Sirînê Talan dikin.
Xelkên Sirînê, ji ber êrîşên dijwar ên Hikûmeta Veguhêz li ser gundewarê Sirînê berê xwe dan Kobanê.
Di dîmenan de, xuya dike ku komên çekdar, erebeyeke çandiniyê (patoz) ya gundiyan û erebeyeke sivîl li tankerekê siwar kirine û ber bi Qereqozaqê ve dibin.
Piştî welatî ji Sirînê derketin, komên çekdar dest bi diziya mal û milkên wan kirin.
Li aliyekî lihevkirin tê kirin ji bo bajarê Kobanê û li aliyê din jî komên çekdarên ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê diziyê dikin.