Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, sedema derketina agir teqîna tûpa gazê bûye û ji ber vê yekê 10 konên koçberan bi temamî şewitîne.
Rêveberê Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li parêzgeha Dihokê Pîrdiyan Ce’fer der barê zirarên vê bûyerê de daxuyand ku ziyanên vê şewatê tenê madî ne û tu ziyanên canî çênebûne.
Pîrdiyan anî ziman ku tîmên Parastina Sivîl û aliyên peywendîdar karîn di demeke kurt de agir kontrol bikin.
Hat ragihandin ku lêkolîn li ser hûrgiliyên şewatê dest pê kiriye û ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ji bo malbatên ku konên wan şewitîne, xebat hatine destpêkirin.