Ji Komisyona parlementoyê ji AKP'ê Huseyîn Yayman, ji MHPê Feti Yıldız û ji DEM partiyê Gulistan Koçyiğit di nava çend seatan de dê biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Li gorî agahiyan dê şande bi kordînasyona MÎT'ê bi helîkopterê ji Stenbolê biçe Gravê.
Li gor medyaya nêzî AKP'ê di civînê de deng û dîmen ji aliyê MÎT'ê ve bê tomarkirin lê belê ev neyên belavkirin.
Tê gotin di hevdîtina bi şandeyê re dê Ocalan van mijaran bîne rojevê:
Dîroka pirsgirêka Kurd.
Şert û mercên derketina holê ya PKK'ê.
Çima hewldanên pêvajoya aştî û çareseriyê bi ser neketin.
Armanca pêvajoya nû ya ku di 1'ê Cotmehê de dest pê kir.
Pêwîstiya tifaqa Kurd-Tirkan û pêşniyarên di derbarê "qanûnên veguhêz" de nîqaş bike.