Li ser mijara çûyîn an jî neçûyîna komîsyona meclîsê ya Îmraliyê, Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan nirxandin kir û destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê komîsyon yekser li muxatab guhdarî bike.
Mûrat Karayilan diyar kir ku mijara çûyîna Komîsyonê bo Îmraliyê ne çend hefte ne, lê çend meh in tê nîqaşkirin.
"Çûyîna Îmraliyê di cih de ye"
Mûrat Karayilan da zanîn ku di serdemên girîng ên dîrokê de bi tifaqa Kurd-Tirk re pêşketinên girîng pêk hatine.
Mûrat Karayilan tekez kir ku beriya her tiştî ji bo ev pêvajo bi rengekî çêker bê meşandin divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Mûrat Karayilan: CHP'ê şaşitî kir ev helwest dê li wê vegere
Mûrat Karayilan li ser nêzîkatiya CHP'ê û vekişîna şandeya xwe ji bo çûyîna Îmraliyê jî nirxandin kir.
"Gavên ku me heta niha avêtine yekalî ne"
Her wiha Mûrat Karayilan destnîşan kir ku nedîtina Rêberê PKK'ê tê wateya nedîtina gelê Kurd.
Mûrat Karayilan eşekere kir ku ew êdî gihîştine dawî, tiştekî din ê ku ew bikin nîne û wiha axivî:
"Ji niha û pê ve divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn yanî derbasî qonaxa avêtina gavên qanûnî bibe. Eger ev gav neyên avêtin wê pêvajo ber bi xitimandinê ve biçe.
Eger dewlet jî bi rastî çareseriyê dixwaze divê êdî gavê biavêje."
Mûrat Karayilan : 27'ê mijdarê rojeke dîrokî ye
Derbarê nêzbûna 27'ê Mijdarê jî Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku "ev roj ne tenê biryara damezrandina Partiyê bû, beriya her tiştî biryara berxwedana neteweyî bû" û got:
"Belê, dibe ku PKK'ê îro xwe fesix kiribe, lê belê 27'ê Mijdarê rojeke dîrokî ye. Biryara ku hate dayin li Kurdistanê bû mîladek û bi xwe re demeke nû da destpêkirin."
Her wiha Mûrat Karayilan, ji bo 25'ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê jî got: "Serdema ronesansê ku PKK'ê li Kurdistanê da destpêkirin bandora herî zêde li jinan kir.
Têkoşîna jinê îro li Kurdistanê di asteke girîng de dewam dike."