Piştî hewldanên dijwar ên tîmên polîsên daristanê digel tîmên parastina sivîl û xwebexşan, agir îro danê sibehê hat kontrolkirin.
Di heman demê de, li Sîtekê ya sînorê Silêmaniyê 3 welatî bi tawana qaçaxçîtiya komirê hatin girtin û 120 kîsikên komirê û du erebe hatin desteserkirin.
Gumanbar û kesên binçavkirî radestî Polîsên Daristan û Jîngehê yên Sîtekê hatin kirin.