Binyamin Netanyahû: Em di hilweşandina dewleta Îranê de bi biryar in

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû gefên xwe yên li dijî Îran û Hizbullahê dubare kir û daxuyand ku ew di hilweşandina dewleta Îranê de bi biryar in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev axaftin beriya hilbijartinên ku tê payîn di 27’ê cotmehê de werin lidarxistin, li Zanîngeha Tel Hai ya li bakurê Îsraîlê hat kirin.

Netanyahû rêveberiya Tehranê wekî "serê heştpêya jehrî" bi nav kir û destnîşan kir ku heke serê wê jê bibe, heştpê dê têk biçe û aştî bi Libnanê re pêkan bibe.

Binyamin Netanyahû îdia kir ku heta rejîma Îranê li ser desthilatdariyê be, ew ê hewl bide çekên nukleerî hilberîne û wiha got:

Yekane rêya pêşîgirtina li hilberîna nukleerî hilweşandina rejîmê ye.

Ji holê rakirina Hizbullahê jî wê li pey hilweşandina rejîmê bibe.

Netanyahû hişyarî da rêveberiya Tehranê û Hizbullahê ku heke êrîşî Îsraîlê bikin, wê derbeyeke ku nikarin xeyal bikin bixwin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye