Serokê Amerîkayê ragihand ku geşedanên dawî yên li Îraqê û gavên ku hatine avêtin, pir baş in û cihê kêfxweşiyê ne, û wiha got:
"Em ji serokwezîrê nû yê ku hatiye erkdarkirin, razî ne."
Trump anî ziman ku pêvajoya bi Îranê re di rêyeke baş de dimeşe, gavên erênî hatine avêtin, û encamên leşkerî jî cihê dilxweşiyê ne.
Der barê peymana bi Îranê re jî got:
"Em li bendê ne ku di demeke nêz de bersiva Îranê ya li ser reşnivîsa peymanê bigihêje me.
Em ê binêrin ka dê çi bibe."