Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê rêya Heleb û Reqayê girt

Li Dêr Hafirê rêya di navbera Heleb û Reqayê de ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê duh êvarê, 26 Îlonê, rêya di navbera Heleb û Reqayê de ya nêzî Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê girt.

Girtina rê bi awayekî neyênî bandorê li ser tevgera şêniyan û bazirganiyê di navbera navenda bajarê Helebê û herêmên Rêveberiya Xweser de dike.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê Meha El Xelef got ku bi sedan rêwiyên li benda derbasbûnê mabûn, neçar man vegerin.

Heya niha jî, tu daxuyanî ji aliyê berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve derbarê sedema girtina rê de nehatiye dayîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye