Ji Amedê heta Enqerê meşa azadîyê di 1`ê cotmehê de dest pê dike

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgorê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ragihandin ku wê li Amedê bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" di 1`ê Cotmehê de meşek bê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Narîn Gezgor balkişand ser girîngiya vê meşê û got: "pêwîste her kes tevlî meşa 1`ê Cotmehê bibe û em ê bi dengekî bilind banga xwe li Enqerê dubare bikin."

Cîgira Hevserokatiya Giştî da zanîn ku ew wekî tevgera jinên Kurd, parçeyek ji vê pêvajoyê ne, ji ber vê pêwîst e jin pêşengtîyê ji pêvajoyê re bikin û ev yek jî anî ziman ku ew ê piştî Amed, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê, meşa xwe li Enqereyê bi dawî bikin.

Di dawiyê de, Narîn Gezgor bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê kir da ku tevlî meşa ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24