Li Xezeyê îro 51 kes hatin kuştin

Êrîşên Artêşa Îsraîlê li ser Xezeyê dijwartir dibe, îro 51 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî, di nav şert û mercên zehmet de ji bajêr derdikevin û berê xwe didin başûrê Xezeyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Filistînî WAFA ragihand ku vê sibehê, bi tenê li navenda bajarê Xezeyê 27 kes di gulebaran û topbarana Artêşa Îsraîlê de hatine kuştin û li navçeyên nêzîkî Xezeyê jî, 24 kesên din hatine kuştin.

Ev di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hewil dide şer rawestîne.

Trump li ser Truth Social got: "Ji bo ku lihevkirinek çêbibe, ev çar roj in dan û standinên dijwar didomin û heta ku pêwîst be wê berdewam bikin."

Berî çend rojan, Trump bi serokên çend welatên Ereb û Misliman re civiyabû, duh jî geşbîniya xwe anîbû ziman û diyar kiribû ku di demeke nêzîk de wê peymanek bê îmzekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye