Îran: Em ê diyalogê bikin, lê ne di bin zext an gefê de

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Behroz Kemalondî daxwaz kir ku peymana parastinê ya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî li gorî rewşê were sererastkirin. Kemalondî destnîşan kir ku pêwîste nirxandin bi rastiya piştî êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê re lihevhatî be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Reakto û hilberîna enerjiya nukleerî, îro di cîhanê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Piraniya welatên cîhanê dixwazin ya dixwazin santralên xwe yên nukleerî ava bikin, yan jî kapasîteya wan zêde bikin.


Îran yek ji wan welatan e ku di salên dawî de hilberîna xwe ya atomiyê zêde kir û xwest ku   kapasîteya navokî ya leşkerî wek "dewleta atomiyê ya bi hêz" ava bike.


Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Behroz Kemalondî di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re diyar kir ku pîşesaziya nukleerî di hemû aliyên jiyana Îranê de, hem rasterast û hem jî nerasterast, roleke berbiçav dilîze. 


Îran: Peyman ne li gor şert û mercên şer hatiye amadekirin'

Komalondî di heman demê de got:

"Peymana parastinê ya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re ji bo şert û mercên şer nehatiye amadekirin. 

Di rewşa heyî de, pêdivî bi nirxandin û sererastkirina peymanê heye da ku bi rastiya piştî êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê di havîna 2025'an de re, lihevhatî be."

Di sala 2015'an de, Plana Çalakiyê ya Hevbeş a Berfireh (JCPOA) di navbera Îran û hêzên cîhanî de hate îmzekirin. 

Bi vê planê di hat armanckirin  ku sînorên hişk li ser bernameya nukleerî ya Îranê bisepînin, li hember sivikkirina cezayan. 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2018'an de ji peymanê vekişiya û  ev jî  bû sedema ji nû ve sepandina cezayan û berfirehkirina bernameya Îranê.

Di 12'ê Hezîrana 2025'an de, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ragihand ku Îranê cara yekem di bîst salan de pabendî sozên xwe yên navokî nebûye. 


Îranê jî bi vekirina tesîseke nû ya dewlemendkirina uranyumê û sazkirina santrifujên pêşketî bersiv da.  

Ev rageşî, paşê veguherî şer û   di 13'ê Hezîrana 2025'an de, Îsraîlê û bi alîkariya DYA'yê rêze êrîşên esmanî li ser tesîsên navokî yên li Natanz û deverên din pêk anîn.

'Gihîştina encamê girêdayî garantiyên ewlheî û yasayî ne'

Komalondî li ser hevkariya heyî ya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re, rave kir û got ku hevkarî li tesîsên saxlem berdewam dike.

"Gihîştina malperên bandordar girêdayî garantiyên ewlehî û yasayî ye ku hîn li ser wan li hev nehatiye kirin.

Divê di çarçoveyek yasayî ya nû de lihevkirinek piştrast were kirin da ku agahî ji aliyên dijber re neyên ragihandin"

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Behroz Kemalondî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ji bo diyalogê amade ne, lê ne di bin zext an gefê de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye