Ajansa Sana ragihand, şandeya Konseya Ewlekariyê di dergehê Jideydet Yabûs ê sînorî bi Libnanê re derbasî Sûriyê bû.
Serokê hikumeta veguhêz Ehmed Şera, li koşka El Şaab a li Şama paytext, pêşwaziya şandeyê kir.
Şande ji nûnerên 15 welatên endamên Konseya Ewlekariyê pêk tê.
Nûnerê Slovenia Samuel Zbogar ku welatê wî vê mehê Konseyê birêve dibe, roja duşema borî ragihandibû, ev yekemîn serdana konseya ewlekariyê bo Sûriyê ye û di nava 6 salan de yekemîn serdan bo Rojhilata Navîn e.
Nûnerê Sloveniayê teqezî li ser girîngiya vê serdanê bo destekdayîna Sûriyê û Libnanê û gihandina nameyên Konseya Ewlekariyê, derbarê rêya ku her du welat di vê qonaxê de bişopînin, kir.
Berdevkê sekreterê giştî yê NY Stéphane Dujarric jî li ser vê serdanê got: "Hêvî dikin ev serdan diyaloga di navbera NY û Sûriyê de xurt bike."