Netanyahu: Xeze wê ji bo Îsraîlê nebe gef

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu piştrast kir ku êdî Xeze ji bo Îsraîlê gefê çênake û armanca Îsraîlê ew e ku Hemasê bêçek bike. Her wiha Hemasê jî, tekez kir ku mijara bêçekkirinê aloz e û pêdivî bi lihevkirina Filistîniyan heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî bûyerên dawî yên êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê û binpêkirina peyamanê ji her du aliyan ve jî, duh êvarê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ji raya giştî re piştrast kir ku êdî Xeze ji bo Îsraîlê gefê çênake.

Benyamîn Netanyahu di serdana xwe ya baregeha Amerîkî li Kiryat Gat de,  tekez kir ku armanca Îsraîlê ew e ku Hemasê bêçek bike û Xezeyê veguherîne herêmeke bêçek.

Natanyahu rave kir ku li gorî rêkeftineke bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, Tel Aviv bi Washingtonê re li ser planeke guhertina rastiya Xezeyê dixebite.

 

Serokwezîrê Qeterê jî tevlî banga bêçekkirina Hemasê bû

 

Ev yek di demekê de hat ku Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî ragihand ku welatê wî hewl dide zextê li Hemasê bike, da ku pêwîstiya bêçekkirinê qebûl bike û îdia kir ku tevger amade ye kontrola Xezeyê berde.

Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê duh destpêkirina agirbestê ragihand.

 

Artêşa Îsraîl: Hêzên me agibrestê diparêzin

 

Di daxuyaniyekê de, artêşê rave kir ku hêzên wan dê pêkanîna peymana Xezeyê berdewam bikin, lê di heman demê de tekez kir ku ew ê bi tundî bersivê bidin her binpêkirinê.

Derbarê çekan de jî, rêberê Hemasê li Xezeyê Xelîl el-Heyya, roja duşemê ya borî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku mijara çekan di bin nîqaşê de ye û ev mijar bi bidawîhatina dagirkeriya Îsraîlê ve girêdayî ye.

 

Hemas: Mijara bêçekkirinê aloz e û pêdivî bi lihevkirinê heye

 

Her wiha Hemasê tekez kir ku mijara bêçekkirinê, aloz e û pêdivî bi lihevkirina Filistîniyan heye.

Berdevkê Hemasê Hazim Qasim di hevpeyvînekê de, duh diyar kir ku Filistînî hewceyî lihevkirineke berfireh li ser biryarên aştî û şer in.

 

Hemas amadebûna xwe bo temamkirina peymanê nîşan dide

 

Qasim tekezî li ser pabendbûna tevgerê ya radestkirina berpirsiyariya ewlehiyê li Xezeyê di çarçoveya lihevkirinan de kir û amadebûna xwe ji bo veguhestina kontrola Xezeyê ji navbeynkaran re diyar kir.

Berdevkê Hemasê daxwaza zextê li ser Îsraîlê kir, da ku qonaxên mayî yên peymanê temam bike û pabendbûna tevgerê bi peymana agirbestê û vegerandina hemî cenazeyên dîlgirtiyan dubare kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye