Dr. Samir Qasim Dawid, diyar kir ku hefteya bê ji bo vekirina deriyê sînor ê Rebîeyê ligel Sûriyê, dê amadekarî werin kirin.
Deriyê sînor, wê bi armanca hinardekirina petrolê û hinardekirina ligel Sûriyê bê vekirin.
Samir Qasim bal kişand ser sîstema ASYCUDA`ê ya ku ji bo lezkirina prosedurên gumrikê û dabînkirina şefafiyetê hatiye bicihanîn û got:
"Ev yek gavake stratejîk ya ji bo zêdekirina hinardekirin û hawîrdekirinê û girêdana welat ya bi rêyên bazirganî yên nû ye."
Deriyê sînor ê Rebîeyê yê ligel Sûriyê, dikeve başûrê rojavayê Îraqê û li sînorê parêzgeha Nînowayê ye.
Yek ji deriyên sînorî yên sereke yên ji bo veguhastina kelûpel û bazirganiyê tê karanîn e.
Di warê leşkerî û aborî de bi taybetî di dema krîzên herêmê de gelek girîng e.