Li Sûriyê serkirde û endamên rêxistinên terorîst ji aliyê Amerîkayê ve tên şopandin û kuştin.
Şevê din, Koalîsyona Navdewletî li Idlibê operasyonek pêk anî.
Di êrîşê de, serkirdeyê berê yên di rêxistina Hiras Dîn de Samî Irêdî hat kuştin.
Samî Irêdî ji kesekî herî nêzîk yê Ehmed Şera veguherî kesekî herî xwestî ji aliyê Ehmed Şera û Koalîsyona Navdewletî ve.
Hin rapor derketin gotin ku desteka serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di vê operasyonê de heye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hin agahî li ser jiyana Samî Irêdî parve kirin.
Li gorî wê, Samî Irêdî ji Urdunê ye û di şepêlên cîhadî ya li Sûriyê de yek ji serkirdeyên olî ye.
Ew tev li Cebhet Nusrayê bû û tê de posta şerî'eta giştî girt.
Samî Irêdî di rêveberiya Cebhet Nusrayê de, dema ku girêdayî Qaîdeyê bû, xwedî cihekî girîng bû.
Ebû Mihemed Colanî ango Ehemd Şera ku niha serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ye, gelek caran pesnê wî daye.
Ji ber ku di sazkirina gotara ramanî û olî de, Sam Irêdî bibandor e.
Di sala 2016'an de, Samî Irêdî biryara veqetîna Cebhet Nusrayê ji DAIŞ'ê nepejirandibû.
Ji ber vê yekê, piştî vê biryarê, Irêdî dev ji Cebhet Nusrayê berda û tev li rêxistina "Hiras Dîn" bû û di şepêla Qaîdeyê de bû teorîsyenekî herî berbiçav û lêvegereke wê ya olî.
Di sala 2023'yan de Amerîka Samî Irêdî wekî terorîstekî cîhanî pênase kir.
Ev jî ji ber ku berê serkirdeyekî rêxistina "Hiras Dîn" bû.
Her wiha Amerîka li beramberî girtina agahiyan li ser Samî 5 milyon dolar wekî padaşeke darayî dabû.
Rêxistina Hiras Dîn rêxistineke wiha ye ku ji ber têkiliyên wê yên bi Qaîdeyê re, li qada navneteweyî tê xwestin.
Di salên borî de, Amerîkayê li Sûriyê bi operasyonên cuda gelek rêber û kesayetiyên navdar yên ji neteweyên cuda armanc kirine.