Li Pakistanê du teqîn çêbûn.
Polîsên Pakistanî ragihandin ku li parêzgeha Xayber Paktunxwa ya li bakur-rojavayê Pakistanê, du teqînên li ser rê çêbûn û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokê polîsên navçeya Bannu, Yasir Afridi, got ku mînîbuseke taybet a ku rêwî hildigirtin, ji aliyê mayinekê ve hat armanckirin.
Yasir Afridi da zanîn kir ku dema mayina duyem teqiya, birîndar bi ambulansê ji bo dermankirina lezgîn ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin .
Heta niha jî kesî berpirsyariya bombebaranê li xwe negirtiye.
Heta niha jî kesî berpirsyariya bombebaranê li xwe negirtiye.
Serokwezîrê Pakistanê: Pakistan biryardar e terorê ji holê rake
Her wiha serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf êrîş şermezar kir û got ku hikûmeta wî biryardar e terorê ji holê rake û berpirsyaran darizîne.
Hikûmeta Talîbanê di sala 2011’an de li Efxanistanê vegeriya ser desthilatê, ji wê çaxê ve têkiliyên di navbera her du welatên cîran de pir aloz bûne.
Di dawiya sibatê de, dema ku Pakistanê li dijî Efxanistanê dest bi êrîşên hewayî kir, pevçûnên neberdewam veguherîn şerekî vekirî.
Hefteya borî jî, di êrîşên hewayî yên Pakistanê yên nêzîkî sînorê Efxanistanê de, herî kêm 12 kes hatibûn kuştin.
Ev êrîş jî, êrîşa herî tund bû ku welat di çend hefteyan de rûbirûyî wê hat.