Îran: Eger êrîşî me bê kirin, em ê dest bi şerekî demdirêj bikin

Piştî Malpera Axiosê ya Amerîkayê belav kir ku Donald Trump bi cidî difikire ku ji nû ve dest bi operasyonên leşkerî yên berfireh bike. Fermandarê Hêzên Hewayî yê Sipaha Pasdarên Îranê Mecîd Mûsewî, hişyarî da Amerîkayê û got, her êrîşeke Amerîkayê li ser Îranê, wê Tehranê neçar bike ku li dijî armacên Amerîkayê yên li herêmê "êrîşên demdirêj û bi êş" bide destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Axios a Amerîkayê, îro eşkere kir ku Donald Trump, ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Îranê, planên nû dinirxîne.

Li gorî çavkaniyên Axiosê, Donald Trump bi cidî difikire ku ji nû ve dest bi operasyonên leşkerî yên berfireh bike.

Axios: Dê CENTCOM êrîşan li ser Îranê bide destpêkirin

Her wiha Axiosê diyar kir ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM`ê jî planek amade kiriye ku "pêleke kurt û bihêz" a êrîşan li ser Îranê bide destpêkirin.

Li gorî heman çavkaniyê dibe ku ev êrîş jî, binesaziyê armanc bigire, da ku Tehranê vegerîne ser maseya dan û standinan.

Di heman demê de, vebijarkên ku tên nirxandin, planeke taybet ji bo girtina beşên Tengava Hurmizê jî digirin nava xwe.

Di planê de şandina hêzên bejayî jî cihê xwe digire, dibe ku operasyoneke hêzên taybet ji bo ewlekirina stoka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê dest pê bike.

Di bersiva vê yekê de, Fermandarê Hêzên Hewayî yê Sipaha Pasdarên Îranê, Mecîd Mûsewî hişyarî da Amerîkayê.

Li gorî Medyaya dewleta Îranê Mecîd Mûsewî destnîşan kiriye ku her êrîşeke Amerîkayê ya li ser Îranê, wê Tehranê neçar bike ku li dijî armancên Amerîkayê yên li herêmê "êrîşên demdirêj û bi êş" bide destpêkirin û wiha got:

“Me dît bê çi bi serê baregehên Amerîkayê yên li herêmê hat, û em ê bibînin ku heman tişt bi serê keştîyên we yên şer jî tê."

Qalîbaf: Em ê bi tengava Hurmizê pêşerojek bê hebûna Amerîkayê li herêmê garantî bikin

Ji aliyê din ve, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf soz da ku kontrola welatê wî ya li ser Tengava Hurmizê ya stratejîk wê pêşerojek bê hebûna Amerîkayê li herêmê garantî bike.

Mihemed Baqir Qalibaf di posteke xwe ya li ser X`ê de, wiha got:

"Bi kontrolkirina Tengava Hurmuzê re, Îran wê ji xwe û cîranên xwe re nîmeteke hêja peyda bike."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye