Nûnerê herêma Başûr Bokeom Hamiso A. Faru got ku çekdaran roja pêncşemê ji saet 5'ê êvarê, heta saet 3:30'ê siba roja Înê êrîşî gundê Tungan Doutse kirine.
Her wiha gelek avahî şewitandine û gule li niştecihên ku hewl dan birevin reşandine.
Faroda da zanîn ku hejmara kesên ku hatine revandin hîn nehatiye diyarkirin.
Rêberên civakê û berpirsên hikûmeta herêmî hîn jî li kesên winda digerin.
Niştecihê Tongan Dutse Abdullah Sani yê 41 salî, got ku di êrîşê de sê endamên malbata wî hatine kuştin.
Sani da zanîn ku rojek berê, niştecihan dema ku zêdetirî 150 motorsîkletên ku çekdar hildigirtin dîtin, bi hêzên ewlehiyê û rayedarên herêmî re têkilî danîn, lê hişyarî hat paşguhkirin.
Nebûna ewlehiyê li Nîjeryayê dibe sedema fikarên mezin û zext li ser hikûmetê zêde dibe da ku aramiyê vegerîne.