Gerald Ford gihişt Deryaya Spî

Keştiya balafirhilgir a Gerald Ford a Amerîkayê, gihişt Deryaya Spî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çend wêneyên ku hatin belavkirin de, keştî li Tengava Cebelîtariqê tê dîtin ku Okyanusa Atlantîk digihîne Deryaya Spî.

 

Hat ragihandin ku ev yek beşek ji komkirina hêzeke mezin a Amerîkayê ya li herêmê ye.

 

Gerald Ford, duyemîn keştiya balafirhilgir e ku birêveberiya Trump di van hefteyên dawî de şandiye herêmê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro ragihand ku ew li ser êrîşkirina Îranê difikire.

 

Di hefteyên borî de jî, keştiya balafirhilgir a Abraham Lincoln û çend keştiyên pê re gihiştibûn sînorê avê yê Îranê yê li Deryaya Ereban.

 

Hêjayî gotinê ye ku Gerald Ford keştiya herî nû, herî bipêşketî û herî mezin a şer a Amerîkayê ye û lêçûna wê 13 milyar dolar e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye