Encama êrîşeke Îsraîlê li ser Lubnanê: 10 kuştî û 50 jî birîndar

Îsraîlê, êrîşî Lubnanê kir, di encamê de 10 kes hatin kûştin, yek ji wan berpirsekî Hizbullahê ye û 50 kes jî birîndar bûn.

reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyekê de got ku wan navendên fermandariya Hizbullahê li herêma Baalbek a Geliyê Bekaa li rojhilatê Lubnanê bombebaran kirine.

 

Îsraîl û Hizbullahê, di sala 2024'an de li ser agirbestekê bi navbeynkariya Amerîkayê li hev kiribûn.

 

Ji wê demê ve, her du alî bi binpêkirina agirbestê hevdu tawanbar dikin.

 

Karbidestên Amerîkî û Îsraîlî zextê li rayedarên Lubnanî dikin ku cebilxaneya Hizbullahê sînordar bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye