Li Tirkiyê li dijî kesayetên navdar lêpirsîna narkotîkê: 14 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê bikaranîna tîryakê gelek zêde bûye. Taybet jî karanîna tîryakî di nav hûnermend, karsaz ên Tirkiyê de zêdetir bûye. Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna narkotîkê ya li dijî kesayetiyên navdar de 14 kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ev demeke li Tirkiyê li dijî hûnermend, karsaz, lîstikvan, rojnamevan ên ku tîryakê kartînin û belav dikin operasyonek hatiye destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna "tiryakê" ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî kesayetiyên navdar dest pê kiriye de, 14 kes hatin binçavkirin.

Di nav wan de Fikret Orman, Guzide Duran, Hakan û Kerim Sabanci, Didem Soydan û Burak Elmas hene.

Hat hînbûn ku lîstikvana bi navê Hande Erçel, ku derbarê wê de jî biryara girtinê hatibû dayîn, niha li derveyî welêt e.

Dozgeriyê ragihand ku ji ber "ji bo karanînê narkotîk peydakirin an jî karanîna wê hêsankirin"  ji bo 16 gumanbaran fermana girtinê hatiye dayîn.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsînê de li 16 cihan operasyonên hemwext hatine kirin, di encamê de 14 gumanbar hatine girtin.

Di heman demê de lêgerîna du gumanbarên mayî yên ku fermana girtinê ji bo wan hatiye dayîn berdewam dike.

Navê kesên ku der barê wan de biryara girtinê hatiye dayîn ev in:  Fîkret Orman, Guzîde Aksoy (Gûzîde Duran), Hakan Sabancî, Kerîm Sabancî, Hande Erçel, Burak Elmas, Sezgîn Koysuren, Ferhat Aydin, Lutfiye Tugçe Ozbudak, Koray Serenlî, Onur Bukçu, Îsmaîl Behram Perînçeklî, Kaan Mellart, Dîdem Soydan, Onur Talay û Mustafa Tarî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye