Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal cejna Newrozê bi awayekî girseyî hate pîrozkirin.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê piştî pîrozbahiyên Newrozê ku bi beşdariya milyonan kesan ku pêk dihatin, di serdegirtinên malan de zêdetirî 170 kes hatin binçavkirin.
'Mirovekî 17 salî ji ber strana Oremar hat binçavkirin'
Hat eşkere kirin ku polîsan li hin malan êşkence li zarokên binçavkirî kiriye û gefan li malbatên ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne xwariye.
Di pîrozbahiyên Newrozê de ji 38 kesên ku bi serdegirtina malan hatibûn binçavkirin de, 9 kes ji aliyê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ve hatin girtin.
E.Y. yê 17 salî yê ku beşdarî pîrozbahiyê bibû li Başakşehîra Stenbolê ji ber ku strana “Oremar” gotiye hat binçvkirin.
Dadgeriya Cezayê ya Sulhê di biryara girtinê de strana “Oramar” wekî “propagandaya rêxistinê” nîşan da û ji bo gelê ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye îfadeya ‘Kesên alîgirê rêxistina terorê ya çekdar’ bikar anî.
Dadgeriya Cezayê ya Sulhê biryara girtina E.Y. yê 17 salî li ser ‘gumana reşkirina delîlan, dikare li ser kesên din zextê bike û gumana revînê’ daye.
Dadgehê dema ku ji bo Newrozê îfadeya ‘qaşoyî’ bikar anî, bi heman angaştan ji bo 10 kesan biryara girtinê da. Kesên din ên hatibûn binçavkirin bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
'Li Amedê bi îdaya şala kesk û sor û zer 18 kes hatin binçavkirin'
Di heman çarçoveyê de li bajarê Amedê jî polîsan18 kesên ku 2 jê jin bûn binçavkirin.
Di îfadeyan de pirsa "We çima şala kesk, sor û zer girê daye?" ji wan hatiye pirsîn.
Li gorî agahiyan, polîsan di dema lêpirsînê de pirsên wekî; “Hûn bi telîmata rêxistinê beşdarî Newrozê bûn?”, “Agahiya we çawa ji Newrozê çêbû?” û “We çima şala kesk, sor û zer girê da?” ji wan kirine.
Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” biryara girtina 18 kesan da.
Li navçeyên Tetwan û Xelatê ya Bedlîsê jî di serdegirtina malan de 25 kes hatin binçavkirin. Hat eşkere kirin ku di serdegirtina malan de tundî li malbatan hatiye kirin.