Fermandarê giştî yê QSDˊê pêşwaziya şandeya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê, pêşwaziya şandeya Hikûmeta Vaguhêz a Sûriyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 29`ê Çileya 2026'an de, peymana entegrasyonê di navbera Hikûmeta Vaguhêz û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hat îmzekirin.

 

Di derbarê proseya entegrasyonê de, duh Fermandarê Giştî yê QSDˊê, pêşwaziya şandeyeke Hikûmeta VEguhêz a Sûriyê kir.

 

Ziyad Ayiş Serokatiya şandeya Hikûmeta Veguhêz kir.

 

Di civînê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl jî, amade bûn.

 

Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de pêk hat.

 

 

 

 

Ji bo entegrekirina saziyên elektrîk û avê du biryarname hatin derxistin

 

 

Di 1'ê Adarê de jî, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, du biryarname derxistibûn.

 

Ev biryarname, ji bo entegrekirina saziyên elektrîk û avê di nav pergala Wezareta Enerjiyê de, hatibû derxistin.

 

Li gorî biryarnameyan, Komîteya Elektrîkê ji serokê komîteyê Endazyar Ekrem Xelîl Silêman û endamên komîteyê  endezyar Salih Osman Îdrîs, Hena Gewriyê Gewriyê, Newar Mehmûd Sebrî û Mihemed Kerem El Fetah pêk tê.

 

Di heman demê de, Komîteya Avê jî,  ji seroka komîteyê Bêrîvan Berzan Silo û endamên komîteyê Reşa ​​Salih Remo, Ridwan Xelef El Îsa, Mihemed Mehmûd El Osman, Feysel Mihemed Osman û Sebah Cuma El Ebid pêk tê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye