Endamê Buroya Siyasî ya YNK’ê, Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku derbarê avakirina hikumeta dehemîn a Herêma Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da çapemeniyê.
Sedî Pîre dest nîşan kir ku destpêkê YNK`ê û PDK`ê li ser çawaniya avabûna hikumetê li hev bikin, piştre jî parlament bê aktîvkirin.
Hilbijartina parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê, di roja 20’ê cotmeha sala 2024’an de pêkhat.
Lê heta niha hikumet nehatiye avakirin.
12 caran YNK û PDK bi armanca avakirina hikûmetê civiyane, lê herdu aliyan nikarîbûn li ser avakirina hikumetê, li hev bikin .