Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP'ê Sezîn Uçar hat girtin

Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP'ê parêzer Sezîn Uçar hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê, di 3'yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polên Ekolojî û BEKSAV'ê operasyona siyasî pêk hatibû.

Di çarçoveya operasyonê de, polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girt û bi giştî 95 kes bin çav kirin.

Di nav wan de, Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Sezîn Uçar hebû û biryara binçavkirinê hat dayîn.

Sezîn Uçar, 13’ê Nîsanê dema ku ji derveyî welêt vegeriya, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.

Paşê sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin.

Hat zanîn ku lêpirsîn didome û di demên pêş de agahiyên nû têne hêvîkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye