Li navçeya Şaxê ya Wanê, Sûlava Kanîspî bi xurtî diherike, av xwe ji bilindahiya 100 metreyan ji zinaran berdide nav gelî û newalan.
Xwezaya Kurdistanê bedewiyê himbêz dike.
Bi qasî vê bedewiyê, zimanek ku koka xwe berdaye nav kûrahiya dîrokê niha banga parastina wî tê kirin.
Servet Ozkan: Divê her malek bibe dibistaneke Kurdî
Nivîskarê Kurd Servet Ozkan ê ji Bakurê Kurdistanê ku çend pirtûkên xwe bi Kurdî nivîsiye û daye çapkirin, daxwaz kir ku her maleke Kurdan bibe dibistaneke Zimanê Kurdî, da ku zarokên Bakurê Kurdistanê bi temamî bi Kurdî bipyevin.
Li Mêrdînê jî daxwaza parastina çanda Kurdî hat kirin
Li Mêrdînê jî dengê stranên Kurdî tê bihîstin.
Berî ku çalakiya hunerî ya Koma Amed dest pê bike, siyasetmedarê Kurd, Ehmed Turk bal kiaşnd ser girîngiya parastina nasnameya Kurdî û wiha dibêje:
``Dema ku çand û ziman têne parastin, taybetmendiyên gelê Kurd tê parastin.``
Di heman dema birêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, niha daxwaz jî tê kirin ku statuya zimanê Kurdî bê misogerkirin û êdî ev ziman di destûra vî welatî de cih bigire.
Li ber dengê hunermendên Koma Amed şeveke ji şevên Mêrdînê bi gerandina govendê derbas dibin.