Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vê yekê roja înê li Koşka Spî civîneke lezgîn li dar xist ku li ser şerê Îranê "biryara dawî" bide.
Civînê nêzîkî 2 saetan berdewam kir, lê ti biryar ji bo raya giştî nehatin ragihandin.
Peymana ku niha behsa wê tê kirin, tenê têgihîştineke destpêkê ye.
Amadekarî ji bo rawestandina şer a 60 rojî tên kirin
Li gorî vê têgihîştinê, agirbesta di navbera her du welatan de dê ji bo 60 rojên din were dirêjkirin.
Di vê navberê de, dê her du alî li ser hûrgiliyan û bi taybetî li ser mijara uranyuma dewlemendkirî ya Îranê li hev bikin.
Şertên Trump çi ne?
Trump ragihand ku wan li ser çend xalan li hev kiriye, lê şertên xwe yên sereke jî wiha rêz kirin:
-Amerîka dê hemû uranyuma Îranê ya ku di asteke bilind de hatiye dewlemendkirin, derxîne.
-Divê Îran yekser Tengava Hurmizê veke û hemû mayînên ku li wir danîne rake.
-Divê Îran ti carî nebe xwediyê çekên nukleerî.
- li ser mijara pereyên Îranê yên hatine blokkirin, Heta agahdarkirineke din ti pere nayên guhertin.
Rayedarekî Îranê ji rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê re gotiye ku baweriya serkirdayetiya welatê wî bi Trump nayê.
Wî rayedarî anî ziman ku di salekê de dema ku ew mijûlî dan û standinan bûn, 2 caran êrîşî ser wan hatiye kirin.
Carekê ji aliyê Îsraîlê ve û carekê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve, bi hev re êrîşî wan hatibû kirin.
Ji ber vê yekê şertê Îranê heye ku di qonaxa yekem de, berî ku Tengava Hurmizê veke, divê Amerîka bi milyaran dolarên wê yên blokkirî azad bike û ambargoya li ser benderên wê jî rake.
Qalîbaf: Baweriya me bi gotinan nayê
Danûstankarê sereke yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got:
"Baweriya me bi gotin û sozan nîne.
Her wiha wî gef xwar ku eger bi rêya dan û standinan mafên wan neyên dayîn, ew ê mafê xwe bi mûşekan bi dest bixin.
Di heman demê de, Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û anî ziman ku di dan û standinên bi Tehranê re pêşketineke girîng çêbûye.
Trump: Îranê qebûl kir ku çeka nukleerî çêneke
Trump diyar kir ku Îranê destpêkê ragihand ku wê çeka nukleerî çêneke, lê belê li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ev soza xwe berfireh kiriye û got:
"Êdî dibêjin ne wê çêbikin, ne jî bi ti awayî çeka nukleerî bikirin."
Serokê DYA'yê diyar kir ku peyman hîn erê nekiriye, lê belê hevdîtin ber bi aliyekî erênî ve diçe.
Pentagonê xwe ji bo operasyoneke din amade kiriye
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth jî destnîşan kir ku eger dan û standin bi ser nekeve, Waşington xwedî wê kapasîteyê ye ku careke din li hemberî Îranê operasyona leşkerî bike.
Li aliyekî din, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD. Vance anî ziman ku rayedarên Îranî, lihevkirinê dixwazin, lê hîn li ser hinek gotin û têgehan pirsgirêk hene, bi taybetî di mijara dewlemendkirina uranyumê de.
Yek ji pirsgirêkên din jî ew e ku, ka ev agirbest dê şerê di navbera Îsraîl û Libnanê de jî li xwe bigire yan na.
Îran daxwaz dike agirbest Libnanê jî bigire nav xwe
Biryar e 2 û 3yê Hezîranê rayedarên leşkerî yên Libnan û Îsraîlê li Pentagonê ji bo gotûbêjkirina vê mijarê bicivin.
Her wiha rayedarekî Pakistanî yê ku agahdarî dan û standinan e, ji Washington Postê re gotiye ku Amerîka razî bûye wekî gaveke ji bo çêkirina baweriyê, her ji destpêka peymana lihevkirinê de, ambargoya li ser benderên Îranê rake.