Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan pêvajoya aştî û civaka Demokratîk û xebatên komîsyona Meclisê ji ANFê re nirxand.
Îskender Bayhan anî ziman ku yek ji kêmasiyên herî mezin ên komîsyonê yên ji aliyê avêtina gavên şênber ve plansaziya vê pêvajoyê û plana koma desthilatdariyê û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş e.
Bayhan destnîşan kir ku komîsyonê piştî civîna duyemîn bi giranî li ser guhdarîkirinê xebitiye û wiha got: "Ji aliyê bandora vê pêvajoyê li Tirkiyeyê, ji aliyê dewamkirina nîqaşên li ser sedemên serhildana Kurdan a 50 salên dawî guhdarîkirina li şahidan girîng e."
Parlamenterê Partiya Kedê diyar kir ku eger heta niha gaveke şênber nehatibe avêtin ev yek ji ber koma desthilatdariyê ye û AKPê heta niha pêşniyareke şênber nekiriye û wiha dewam kir: "Bi taybetî AKPê heta niha pêşniyareke bi tenê ya şênber nekiriye. Em nikarin bên wê astê ku kîjan gavên şênber biavêjin ku ev xwişk û biratiya Tirk û Kurd a hezar salî bi aştiyeke çawa mayinde bike, qet nebe bêdengkirina çekan çawa garantî bikin û birînên hilweşîner ên şer bipêçin."
'Kêmasî û pirsgirêk e ku bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin'
Bayhan got ku kî çi navî li pêvajoyê dike bila bike, di halê hazir de pêvajoya Îmraliyê ye û wiha lê zêde kir: "Ev pêjavo di her alî de li Îmraliyê tê meşandin û çi dibe bila bibe divê komîsyon teqez Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Bayhan axaftina xwe wiha domand: "Guhdarînekirina li Ocalan wê ji bo paşeroja vê pêvajoyê û avakirina aştiyê bibe kêmasiyeke gelekî cidî. Hevdîtina pê re pêwîstî û mecbûriyeteke. Divê komîsyon teqez li Ocalan guhdarî bike."
'Divê gava şênber êdî bê avêtin'
Parlamenterê Stenbolê yê EMEP'ê diyar kir ku êdî nayê qebûlkirin ku li Ocalan neyê guhdarîkirin û wiha got: "Ya ku di asta destpêkê de berpirsyar e, koma desthilatdariyê ye. Lewma divê li ser hevdîtina Komîsyonê ya bi Ocalan re tavilê fikrê xwe bibêje û ji bo Komîsyon karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike, gava şênber biavêje."