Malpera Amerîkî Axios ragihand ku îro wê li Washingtonê Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Sûriyê Esed El Şîbanî bi berpirsên Amerîkî re, bicive.
Her wiha wê ji bo rakirina cezayên Amerîkî yên mayî li ser Sûriyê nîqaş bikin.
Sînator Lindsey Graham diyar kir ku ew ê îro bi El-Şeybanî re bicivin da ku sizayên ku li ser Sûriye hatibûn sepandin bên rakirin.
Li gorî Axios, tê texmînkirin ku Şeybanî sibê, bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bicive.
Serdana El-Şeybanî piştî 25 salan yekem serdana fermî ya wezîrê derve yê Sûriyê bo Washingtonê ye.