Piştî ku DYA bi Îsraîlê re êrîşên hewayî yên hevbeş li ser Îranê pêk anîn, guman li ser beşdarbûna Îranê di turnuvayê de zêde bûn.
Di derbarê vê bûyerê de duh Wezareta Werzîş û Ciwanan a Îranê biryareke fermî da û sefera hemû tîm û şandeyên werzîşê yên neteweyî bo welatên ku Tehran wekî "dijmin" bi nav dike heta agahdariyeke din qedexe kir.
Ev tedbîr, di demekê de tê ku operasyonên leşkerî zêde dibin û aloziyên jeopolîtîk ên heyî li herêma Rojhilata Navîn hene.
Her wiha Wezaretê tekez kir ku ev gav ji ber fikarên li ser ewlehiya werzîşvanên îranî hatiye avêtin.
Wezareta Sporê ya Îranê di daxuyaniya xwe de axivî û got:
"Tîm û yaneyên neteweyî qedexe ye ku heta agahdariyeke din li welatên ku wekî dijminane têne hesibandin û nikarin ewlehiya werzişvan û endamên tîmên Îranî garantî bikin, amade bibin."
'Federasyon û klûbên fûtbolê mecbûr in'
Wezaretê diyar kir ku Federasyon û klûbên fûtbolê mecbûr in ku ji her guhertinek li cihên maçan Konfederasyona Futbolê ya Asyayê agahdar bikin.
Daxuyaniya wezaretê behsa maça di navbera tîma Tractor a Îranî û tîmek ji Îmaratên Yekbûyî yên Erebî de kir ku biryar bû li Erebistana Siûdî were lidarxistin.
Lê diyar nekir ku kîjan stadyom divê werin guhertin an kîjan welat wekî dijmin têne hesibandin.
Kûpaya cîhanê dê li DYA Kananda û Meksîkayê were lidarxistin
Ev qedexe beşdarbûna tîma neteweyî ya Îranê di fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de, ku biryar e li Dewletên Yekbûyî, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin.
Bi awayekî pratîkî ne mumkin dike, ji ber ku Amerîka ji hêla Îranê ve wekî dewletek dijmin tê dabeş kirin û hebûna wê ya rasterast di dilê pevçûnê de ye.
Îran ji bo fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an, ku wê ji hêla Dewletên Yekbûyî, Kanada û Meksîkayê ve were mazûvan kirin.
Tevî ku beşdariya wê di pêşbirkê de ji destpêka şerê ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve di dawiya Sibatê de li dijî wê hatî destpêkirin di bin gefê de ye.
Pişkavêtina Kûpaya Cîhanî ya 2026'an a Îranê, li gel Misir, Zelanda Nû û Belçîkayê, di Koma G de cih girt.
'Ji bo jiyan û ewlehiya wan ne guncaw be'
Li aliyeke din jî Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka vê mehê de diyar kiribû ku her çend tîma neteweyî ya Îranê dikare li Amerîkayê bilîze jî, dibe ku ev yek ji bo "jiyan û ewlehiya wan" ne guncaw be.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac hefteya borî got ku federasyon bi FIFA'yê re di derbarê veguhestina maçên Kûpaya Cîhanê ji Dewletên Yekbûyî bo Meksîkayê de di danûstandinan de ye.
Mehdî Tac: Divê cihê maçên kûpaya cîhanê biguherînin
Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac axivî û got:
"Em bi FIFA'yê re di nava gotûbêjan de ne, da ku cihê maçên kûpaya cîhanê biguherînin."
FIFA'yê li ser îhtîmala guhertina cihên maçên Îranê şîrove nekir û tenê got ku ew bi Federasyona Futbolê ya Îranê re di têkiliyê de ye û ew li bendê ye ku maç li gorî bernameya heyî werin lidarxistin.
Tîma neteweyî ya Îranê li Tirkiyê li Belek, herêmeke nêzîkî bajarê Antalyayê yê li perava Deryaya Spî, kampeke rahênanê li dar dixe.
Da ku roja Înê li dijî Nîjeryayê û roja Sêşemê ya bê li dijî Kosta Rîkayê du maçên dostane yên navneteweyî bilîze.