Du girtiyên Kurd bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatin sizadan.
Li gorî Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di 24ê îlonê de, sizayê darvekirina Elî Sabirî yê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.
Di 23ê Îlonê de jî, girtiyê bi navê Ferhad Mehdîpûr, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate darvekirin.
Ji aliyê xwe ve Ajansa nûçeyan a Mîzan ragihand ku rayedarên Îranê roja duşemê kesekî bi navê Bahman Choubi-Asl darve kirin.
Ajansa Nûçeyan a Mîzan diyar kir ku tawanbar yek ji girîngtirîn sîxurên Îsraîlê li Îranê bû ku ji bo komkirina agahiyên derbarê saziyên hikûmetê kar dikir.